Îsraîlê êrîşî Lubnanê kir: 13 kes mirin

Di encama du êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnana Başûr de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Tenduristiya Lubnanê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser jîngehên li başûrê welêt de herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kes jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, bajarokên Tifaha û Marûb hatine hedefgirtin. Di êrîşa li ser Tifahayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne. Di encama êrîşa li ser Marûbê de jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hate eşkerekirin ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Mifêdûn, Şokîn, Qelîla, Biyût Seyad û Mecdelzunê yên li herêma Nebatiye û Siwerê bombebaran kirine.

Di gel ku li herêmê rageşî zêde dibe, tê ragihandin ku ji saetên sibehê ve ye li bajarokên Bint Cibêl, Xeyam, Şemi û Serafê di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Hizbullahê jî daxuyaniyek da û da zanîn ku wê li dijî xalên leşkerî ên li herêmên Kiryat Şemona û Difîf ên li bakurê Îsraîlê bi moşekan êrîş pêk anîne.